EFRÎN.. ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK WELATIYEK Û KURÊ WÎ JI GUNDÊ MERISKÊ YÊ ŞERA REVANDIN

Revandina welatiyan li Efrîn û gundên wê didomin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi bihaneyên cur bi cur welatiyan direvînin û li beranberî serbestberdana wan fîdye tên xwestin.

Herî dawî jî welatiyek û kurê wî yên ji gundê Meriskê yê Şera hatin revandin

17 Tîrmehê çeteyên bi navê El-Cebhe Eş-Şemiyê Şêx Mistefa Xelîl ê 50 salî û kurê wî Mihemed Xelîl ê 24 salî revandin.

Şêx Mistefa ji Gundê Meriskê yên Şera ye û ji bo serbestberdana wî, çeteyan ji malbatê fîdye xwest.

Li navenda bajarê Efrînê jî çeteyên dagirkeriya Tirk bi ser maleke welatiekî Ereb de girt.

Di serdegirtinê de, çeteyan xwediyê malê kuştin û 30 hezar lîreyên Sûrî dizîn.

Li gorî agahiyên ji bajêr, welatiyê hatî kuştin Elî Ebûd ê 65 salî ye.

Elî Ebûd ji pêkhateya Ereb e û ji hoza Imêrat e.

Leave a Reply

Back to top button