Margret Owen: Rêber Apo aktorê bingehîn ê çareseriya şerekî giran e

Hiqûqnasa Mafên Mirovan Margaret Owen li dijî tecrîdê bertek nîşan da .
Margaret dibêje li gorî pîvan û hiqûqa navneteweyî divê Rêber Ocalan bê berdan.

Hiqûqnasa Mafên Mirovan a xwedî tecrûbe Margaret Owen li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ji ANF’ê re axivî ..

Margaret dibêje : “Tecrîda li ser Rêber Ocalan gihîştiye asta êşkenceyê..

Peymanên NY, biryarên DMME û PMME’yê, pîvanên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî hatine binpêkirin.

18 meh in em li ser rewşa wî ya tenduristiyê tiştekî nizanin.

Rêberê Apo yek ji mirovên herî xurt ên dîroka mirovahiyê ye.

Di girtîgehê de dinivîsîne û hewl dide pirsgirêkan çareser bike.

Rêber Ocelan aktorê bingehîn ê çareseriya şerekî giran e.”

Owen destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo azadiya mirovên li herêmê hemûyan têdikoşe û got:

“Ez ê daxwaza xwe ya edalet û azadiyê ya ji Kurdan re dewam bikim.

Hêvîdarim di demeke nêz de biçim Rojava.”

Back to top button