Cîhan Mihemed: Binkeftina siyaseta Enqerayê bû sedema ku nêzî hikumeta Şamê bibe

Endama Rêveberiya MSD`ê şaxê Helebê Cîhan Mihemed diyar kir ku nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk , encama binkeftina siyaseta dewleta Tirk e.
Cîhan banga aktîfkirina diyaloga nîştimanî di navbera sûriyan de kir.
Her wiha bang kir ku li pey lîstokên dewleta Tirk ên ji bo parçekirina Sûriyê neçin.

Dewleta Tirk a ku bû sedema kûrkirina aloziya Sûriyê, niha hewl dide têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerîne.

Endama MSD a şaxê bajarê Helebê Cîhan Mihemed têkildarî mijarê axivî.

Cîhan Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got:

“Dagirkeriya Tirk ji bo ku serweriya xwe berfirehtir bike gelek rêbaz bi kar anîn..

Lê polîtîkayên wê lê vegerîne..

Siyaseta dewleta Tirk têk çû..

Lewra dest bi siyaseteke nû ya nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re kir ..”

Cîhan da zanîn ku banga dewleta Tirk a ji bo nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re ji gelek sedeman tê û wiha domand:

“Ji wan sedeman jî têkçûna wê di operasyona leşkerî ya êrişa li ser herêmê de ye.

Ji ber ku tu çirayeke kesk anku erêkirin ji welatên mezin wernegirt.

Sedemeke din jî têkçûna wê di civîna Tehranê û Soçiyê de ye ..”

Cîhan Mihemed dawiya axaftinên xwe de ev bang kir

“Divê gelê Sûriyê nekeve nava van polîtîkayên qirêj..ên ku bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef ..

Eger xaka Sûriyê were dagirkirin, ev yek dê yekitiya axa Sûriyê têk bibe.

Her wiha divê hikumeta Şamê li dor gelê Sûriyê kom bibe ..

Û berpirsyariya xwe bi cih bîne..”

Back to top button