Hêzên Asayîşê : Hêzên me di encama operasyoneke taybet li Dêrazorê du çete girtin

Hêzên Asayîşê li gundewarên Dêrazorê Operasyoneke taybet lidarxistin ..
Di ecamê de du çete hatin girtin .

Hêzên Asayîşê derbarê vê yekê li ser hesabê xwe yê fermî daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin :

“Bi piştevaniya Koalîsyona Navdewletî Hêzên me yên Taybet ên HAT’ê operasyoneke taybet lidarxistin..

Piştî şopandina du çeteyan li bajarokê zixîr a li gundewarê rojavayê Dêrezorê, hêzên me oparesyonek taybet pêk anîn ..

Di encamê de ew herdu çete di malên wan de hatin girtin..

Gelek çekên di destê wan de hate desteserkirin..”

Asayîşê diyar kir ku dijmin dixwaze şaneyan li herêmên me belav bikin da ku aramî û ewlehiya gel têk bibin..

Her wiha jiyana welatiyan bikin hedef.

Asayîşê bang li hemwelatiyan kir ku dema tevgereke bi guman dîtin, wan agahdarbikin da ku ewlehî û aramiya hemû deverên xwe biparêzin.

Back to top button