Amerka bo giravên Mîdîlli û Sîsam daxuyanî da

Şefê rejîma Tirkiye Erdogan di gurkirina aloziya bi Yewnan re bi biryare.
Erdogan diyar kir ku divê Amerîka rêveberiya Atîna nexe rêyên şaş û ji bo mijara Qibrisê jî hişyarî da.
Piştî vê yekê Amerîka jî Erdogan hişyar kir û got:
Serweriya yewnan ya li girava Mîdîllî û Sîsam ne cihê nîqaşê ne.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Ned Price, derbarê giravên Mîdîllî û Sîsam yên Yewnanîstanê yên ku di demên dawî de li ser xeta Enqere-Atîna-Washington bûne sedema aloziyê, daxuyanî da.

Price ji rojnamevanan re got,

“Serweriya Yewnanîstanê ya li ser van giravan nayê nîqaşkirin.

Em ji hemû aliyan daxwaz dikin ku dev ji axaftin û kiryarên ku wê aloziyê zêdetir bike dûr bixin.

Divê rêz li serwerî û yekîtiya axa hemû welatan bê girtin.

Dîmenên ku di rojên borî de li gravên navborî ji aliyê balafira bêmirov a Tirkiyê ve hatin kişandin, bû sedem ku li herêmê dîsa alozî zêde bibe.

Enqereyê diyar kir ku dîmenên mijara gotinê îspat e ku Yewnanîstanê wesayîtên zirxî yên Amerîkayê li van giravên nêzî Tirkiyê bi cih kirine.

Bi vê yekê re ragihand ku statuya ne leşkerî ya giravan a ku di Peymana Lozanê de hatiye diyarkirin, hatiye binpêkirin.

Erdogan: Nikare were pejirandin

Şefê rejîma Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan duh êvarê di weşana zindî ya kanala CNN Turk-Kanal D yê da wiha got,

“Naye ku Amerîka ji van giravan Mîdîllî û Sîsamê re gelek çek, cebilxane û amûran bişîne.”

Erdogan bi gotina “Gemiyên şer ên Amerîkayê herî dawî ji bo me tên tehdîtkirin” got,

“Bendewariya me ji Amerîkayê ew e li ser Yewnanîstanê hesabên şaş neke û nehêle raya giştî ya navneteweyî were manîpulekirin.

Niha em ev hemû gav bi gav dişopînin.”

Erdogan yê li pey gurkirina aloziya li herêmê ye, vê carê bela xwe li Qibrisê da.

Şefê rejîma Tirkiye ji bo Qibrisê hişyariyên xwe da û got:

Niha nêzî 40 hezar leşkerên me li wirin.

Tevî van jî gelek çek û cebilxane jî li wire.”

Diyare bi nêzbûna dema hilbijartina li Tirkiye û Yewnanîstanê re, wê peyamên gefxwarinê hîn zêdetir bibe.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin, ev yek ji ber sorkirina hestên nîjadperestiyê pêk tên.

Back to top button