2 ŞERVANÊN QSD’Ê LI SERÊ KANIYÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên SerêKaniyê bi merasîmekê 2 şervanên QSD’ê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanên QSD’ê Heyder Mihemed Seîd bi nasnav Dilo û Şêxmûs Abdullah bi nasnav Izraîl li Baxozê di operasyonekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê de şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên SerêKaniyê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Roj a bajêr wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê her du şehîdan di nava slogan û tilîliyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button