Eyaleta Florida ya DYA.. Ji ber bagerê 2 mîlyon avahî bê elektirîk man

Bagra li peravên Florida xistî bû sedema pêlên av û lehiyê.
Di demekî ku av li hinek herêman gihişt heta banê xaniyan, 2 mîlyon avahî jî bê elektirîk man.

Ev dengê ku Amerîka dide tirsandin e.

Bagera Ian li parzemîna Amerîka kesê nas nake.

Bagera Ian a ku piştî Kubayê gihîşt eyaleta Florîda ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li vir jî bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike.

Bager û barana zêde leza xwe di saetê de digihîne 240 kîlometreyan.

Ji ber vê yekê li herêmên nêzî peravên Florîda yê av gihişt banê xaniyan û vê yekê jî lehî bi xwe re anî.

Rêveberê Meteorolojiyê yê Amerîkayê Ken Graham bi van gotinan bandora bagerê nirxand û wiha got:

“Ev bager, bûyereke dîrokî ye ku em ê salên pêş me qala wê bikin.”

Li gorî pîvana bagerê a Saffir-Simpson, hêza wê wekî çar hat pîvandin.

Leza herî bilind a bayê li ser vê pîvanê wekî pênc tê nirxandin.

Li gorî pêşbîniyên meteorologan, barîna baranê wê li deverên hundir ên Florida jî bi bandor be.

Pisporên ku hişyarî pêkhatina lehiyê dayîn, pêşbînî kirin ku rêjeya barana li her metreçargoşeyî dibare bigihêje 76 santîmetreyan.

Waliyê Florida banga ragihandina “rewşa lezgîn” kir

Waliyê eyaletê Ron DeSantis diyar kir ku eyaleta Florîda ji ber bagerê bandoreke neyînî kiriye.

DeSantis ji Serokê DYA Joe Biden xwest ku “rewşa awarte” îlan bike.

Beriya bagerê 2 mîlyon û nîv kes ji bo cihên ewle hatibû veguhestin.

Rêveberên Karûbarên elektrîkê ragihand ku beriya vabûna rojê nêzî 2 mîlyon malbat û kargeh li seranserê eyaletê bê elektirîk mane.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Bagera Neteweyî (NHC) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bagerê bi tarîtiyê ber bi herêmên hundirê eyaletê ve çû û leza wê di saetê de daket 170 kîlometreyî.

Niha jî ev bager li ji li peravên Atlantîkê ne.

Bagera Ian li Kubayê jî bi bandor bû û bû sedema qutbûna elektrîkê li seranserê welêt.

Back to top button