Parlamentoya Libnanê nekarî serokê nû hilbijêre

Armanbûna rewşa li Libnanê di nava demek kin de xuya nake.
Parlamentoya Libnanê nekarî serokê nû yê welat hilbijêre.
Sedema vê jî ji ber ku 63 parlamenteran di dema dengdanê de kaxezên vale dan.

Parlamentoya Libnanê ji bo dengdayîna li ser serokekî nû ji Lubnanê re, îro civiya.

Piştî ku li gorî destûrê 86 parlamenter ji tevahiya parlamenteran (128) kom bûn, dengdayînê dest pê kir.

Lê 63 parlamenteran dengê xwe bi kaxiza spî da.

Ev yek bû sedem ku parlamento di hilbijartinê de bi bin bikeve.

Parlamenteran piştî hejmartina belgeyan di dewreya yekemîn de vekişîn, bi wê re mafê dewreya duyemîn nehat dabînkirin.

Ji ber wê serokê parlamentoyê Nebîh Berî civîn bi dawî kir.

Navên parlamenterên berê hatibûn pêşniyarkirin ev in;

Mîşêl Muewed, Selah Henîn û Selîm Ide. Lê tu kes ji wan bi ser neketin.

Back to top button