Bexda nerazîbûn nîşanî Îranê da

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji ber êrîşê li Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Bexdayê geriya û nerazîbûn nîşan da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ahmed Eshaf diyar kir ku ji ber êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, li Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Bexdayê geriyane û nameyeke tund a nerazîbûnê pêşkêş kirine.

Eshaf li ser naveroka nameyê agahî neda.

Artêşa Îranê li herêmên Silêmaniye û Hewlêrê bombardûmaneke giran li baregehên PDK-Î, Komele, PAK’ê kir.

Her wiha êriş bir ser sivîlan ku dibistaneke seretayî jî di nav de bû.

Li gorî rayedarên hikumeta federal di encama êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan ku yek jê jineke ducanî bû û piraniya wan sivîl 58 kes birîndar bûn.

Di nava birîndaran de sê rojnamevan jî hene.

Li gorî Hewlêrê bi moşekên balîstîk û droneyên bombebarkirî bêtirî 70 caran bombardûman li herêmê hate kirin.

Li gorî hikumeta Bexdayê jî bi 20 droneyan êrîş hate kirin.

Back to top button