Zagros Hîwa: Radestkirina hevreyên me xiyaneta herî mezin a li dijî dîroka gelê Kurd û Ermen e

Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa li ser du gerîlayên ku ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hate kirin axivî.
Zagros Hîwa diyar kir ew radestkirina gerîlayan ji aliyê hikûmeta Paşînyan ve weke xiyaneta herî mezin a li dîroka gelê Ermen dibînin û got:
“Ev xiyanet wê ziyanê nede têkiliyên me yên bi gelê Ermen re, berovejî wê bibe yek ji sedemên din ên xurtkirina têkoşîna me ya li dijî faşîzmê”

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zagros Hîwa li ser du gerîlayên ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hate kirin ji Rojnameya El Nehar El Erebî re axivî.

Zagros Hîwa anî ziman ku gerîlayên wan dema ji Çemê Avareşê derbas dibûn, ji ber rewşa avhewayê û mijê rêya xwe şaş kirin û got:

“Bi carekê li muhafizên sînor ên Ermenistanê rast tên.

Ji ber ku Ermenan weke dost dibînin bêyî ku bikevin nava şer, bi wan re dikeve nava diyalogê, lê tên girtin û li Erîvanê dixin hucreyekê.”

Zagros Hîwa li ser şêwazê dadgehkirina her du gerîlayan ji aliyê hikûmeta Ermenîstanê jî ev agahî parve kir:

“Derbarê wan de daraza Ermenî dozê vedike û ji bo wan parêzerek jî peyda dikin.

Piştî du rûniştinan 8 sal ceza li wan tê birîn. Her du hevrêyên me jî dikevin grevê.

Li ser hewldanên parêzer û hinek rûspiyan doz birin Dadgeha Bilind, li vir di 28’ê Sibatê cezayê 8 salan lê hatî birîn tê rakirin, biryar tê girtin ku her du hevrêyên me bên berdan.

Herdu hevrêyên me yên hatin berdan bi rengekî korsanwarî hatin revandin.”

Zagros Hîwa diyar kir, ku gelên Kurd û Ermen xwedî heman qederê ne û wiha dewam kir:

“Ji bo wê em rê nadin xiyaneta hikûmeta Paşînyan ziyanê bide qedera hevpar a gelê Kurd û Ermen.

Radestkirina hevrêyên me ji aliyê hikûmeta Paşînyan a ji rejîma faşîst a Tirk re ne weke xiyaneta li gelê Kurd, weke xiyaneta herî mezin a li dîroka gelê Ermen dibînin.

Em dizanin ku nûnerên rastîn ên gelê Ermenî xiyaneteke wiha qebûl nakin.

Ermeniyan helwesta xwe ya li ser radestkirinê bi vekirî li ser medyayê anîn ziman.”

Di dawî de, Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa diyar kir ev xiyanet wê ziyanê nede têkiliyên bi gelê Ermen re û got:

“Berovajî wê bibe yek ji sedemên din ên xurtkirina têkoşîna me ya li dijî faşîzmê.”

HPG’ê: Çalakiya fedayî ya li Mêrsînê hevrêyên me Sara û Rûken pêk anîn

HPG’ê: Li Zap, Metîna û Xakurkê 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Back to top button