FERÎD ETÎ: GEFÊN ERDOGAN JI TIRSA WÎ DEMOKRASIYÊ TÊ

Hevserokê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser Ferîd Etî diyar kir ku gefxwarinên Erdogan ji tirsa wî ya ji pîvanên demokratîk ên li herêmên Rêveberiya Xweser tê. Ditirse ku ev pîvanên demokratîk derbasî hundirê Tirkiyê bibin.

Hevserokê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser Ferîd Etî destnîşan kir ku herêmên Rêveberiyê ti xeteriyê li ser kesî çênakin .

Berovajî wê hez dikin ku hevkariyek di navbera me û dewletên cîran de hebe.

Etî tekez kir ku ew ji destpêka aloziyê ve baweriyê bi çareseriya leşkerî nayînin û ev tişt anî ziman:

Em bi rêyeke aştiyane ji bo çareserkirina dozan tev digerin. Çareserkirina dozên heyî, bi rêya diyalogê û lidarxistina civînên berfireh di hemû qadan de, pêk tê.

Hevserokê Meclisa Giştî yê Rêvberiya Xweser Ferîd Etî dawiyê bang li şêniyên Sûriyê kir ku vegerin welatê xwe û beşdarî çalakiya siyasî bibin û roleke aktîf di ewlehî û istiqrara welatê xwe de bilîzin.

Leave a Reply

Back to top button