Welatiyên Qamişlo û Hesekê sersaxî dan malbatên şehîd Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero

27’ê mehê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de hevserokên Nivîsgeha Edalet û Lihevanînê Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero şehîd bûn. Duh bi merasimên girseyî cenazeyên wan hatin oxirkirin. Îro bi sedan welatiyên Hesekê û Qamişlo çûn binê konê sersaxiyê yê her du şehîdan û sersaxî ji malbatên wan û gel re xwestin. Li bin kon li dijî êrişan peyamên mezinkirina berxwedanê hate dayîn.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî ji sibehê ve serdana konê sersaxiyê yê şehîd Zeyneb Saroxan û şervana YPJ’ê Nêrmîn Sîno kirin.

Li bin konê sersaxiyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û got: “Roja ku hevala Zeyneb şehîd bû, artêşa Tirk Mişêrfa û El Esediyê yên navçeya Zirganê topbaran kirin.

Di encamê de zarokên bêguneh bûn qurbanî.

Êrişên dagirkeriya Tirk lawazbûn û binkeftina wê nîşan dide.”

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb jî diyar kir ku şehîd Zeyneb bi keda xwe ya bênavber nûnertiya felsefeya demokratîk kir.

Silêman Ereb da zanîn ku armanc ji van êrişan têkbirina aramiya li herêmê ye.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Şiyar Hesekê jî wiha got: “Em hêz û vîna xwe ji malbatên şehîdên xwe digirin. Em ê bi vê îradeyê teqez dijmin têk bibin.”

Her wiha li Qamişlo jî gel berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê Şehîd Yelmaz Şero û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Back to top button