Mazlûm Dag û Ebdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê êşkence li wan tê kirin dest bi rojiya mirinê kirin.
Bi hinceta çalakiya 17’ê Tîrmeha 2019’an a ku endamê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin, Mazlûm Dag û Ebdûrrahman Er ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin.
Li ser vê yekê PDK’ê cezayê îdamê li wan birrî bû.
Dag û Er ku bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku destkelepçekirî êşkence li wan kirine.
Dag û Er destnîşan kirin ku li hemberî binpêkirina mafan û êşkenceyê wan dest bi rojiya mirinê kirine.