Di êrişa Îranê li dijî Başûrê Kurdistanê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan

Duh Îranê baregehên hêzên rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 58 kes jî birîndar bûn. Li dijî van êrişan, di asta herêmî û navnetewî de nerazîbûn hatin nîşandan. Li ser bûyerê, Iraqê nameya narazîbûnê pêşkêşî Îranê kir, Komkara Erebî êriş şermezar kir û Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres jî xwest bilez êriş bên rawestandin.

Di demekê de ku gel li Îranê rabûye serhildanê, Îranê Başûrê Kurdistanê bombebarankir.

Li herêmên Silêmaniye û Hewlêrê, bombardûmaneke giran li baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), Civaka Kedkar a Şoreşger a Kurdistana Îranê (Komele) û Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) hat kirin.

Di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan jineke ducanî bû 58 kes jî birîndar bûn.

Li gorî hikumeta Bexdayê êrîş bi 20 droneyên bombebarkirî hatiye kirin.

Rêveberiyên Bexda û Hewlêrê êrîş şermezar kirin û Wezareta Derve ya Iraqê duh xwest ku êriş dubare nebin.

Iraqê nameya nerazîbûnê pêşkêşî ranê kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Eshaf diyar kir ku ji ber berdewambûna êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, îro bang li balyozê Îranê yê li Bexda kirine û nameyek nerazîbûnê ya tûnd pêşkêş kirine.

Komkara Erebî êrişên Îranê li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Ev êrîş di asta Erebî de bû cihê nerazîbûnê.

Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyt, êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li Îranê kir ku li gorî prensîbên cîrantiya baş tevbigere.

Guterres: Divê êrişên Îranê bi lez bên rawestandin

Her wiha di asta navnetewî de jî li ser bûyerê nerazîbûnê tûnd hatin nîşandan.

Sekreterê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres di derbarê êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê de, destnîşan kir ku divê bi lez êriş bên rawestandin û rêz li serwerî û yekparçebûna xaka Iraqê bê girtin.

Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYE’yê Centcomê jî ragihand ku roja Çarşemê piştî nîvro droneyeke ber bi Hewlêrê ve diçû û ‘Ji bo hêzên Centcomê gef bû’ hatiye xistin.

Washîngtonê û Londonê jî êrîş şermezar kirin û bang li Tehranê kirin ku êrîşan rawestîne.

Berlînê ev rageşî weke rewşeke ‘nayê qebûlkirin’ pênase kir û Parîsê jî ‘binpêkirina serweriya Iraqê’ ji aliyê Tehranê ve, şermezar kir.

Back to top button