Li Kurdistanê û Îranê serhildanên li dijî rêjîma Îranê di roja 13’an de dewam dike

Serhildanên bi pêşengiya jinan ku piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirin dewam dikin. Tê gotin piştî ku rejimê li welat înternet birîye êrişên xwe yên li dijî gel jî zêde kiriye. Hat diyar kirin heta niha zêdeyî 8 hezar kes hatine binçavkirin, û nêzî 80 kesan jî ji ber êrişan jiyana xwe ji dest dane.

Serhildanên bi pêşengiya jinan ên li dijî kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja xwe ya 13’an de dewam dikin. Piştî ku rejîma Îranê li seranserê welat înternet qutkir, asta êrişên xwe yên li dijî gel zêde kir.

Hat diyar kirin heta niha zêdeyî 8 hezar kes hatine binçavkiririn û bi nêzî 80 kesan jî ji ber êrişan jiyana xwe ji dest dane.

Lê tevî êrişan û binçavkirinan jî gel qadan bernadin û xwepêşandanên xwe didomîne.

Li bajarê Şino û Pîranşarê îro careke din gel neçûn ser kar û deriyê dikanên xwe jî venekirin.

Li bajarê Esfehanê jî heman tişt hebû.

Li bajarê Kirmanşanê jî gel daketin qadan û rejîma Îranê pirotesto kirin.

Her wiha li Sine jî duh êvarê gel bi dûrûşmeya “bimre Xamênêyî” li qadan bûn.

Li Yezdê jî di navbera rejîma Îranê û gel de şer hebû.

Xwandekarên li zanîngehên Îranê jî posterê Xamênêyî yên li zanîngehê de rakirin û nivîsa “Jin, jiyan, azadî” li cîhê

Li Tehranê jî ciwanan navendeke hêzên Besîcan dan ber agir, bi şev jî siloganên “bimre dîktator” hatin qîr kirin.

Li Meşhedê jî jinekî ji hêzên rejîmê ên gerok re bi gotina “we şerefa xwe bi çenda firot” nerazîbûneke tund nîşan

Back to top button