MEZLÛM EBDÎ: TIRKIYÊ ÊRÎŞÎ KOBANÊ YAN GIRÎ SPÎ BIKE, WÊ SERANSERÎ SÎNOR BIBE ŞER

Eger Dewleta Tirk êrîşî, Kobanê yan jî Girê Spî bike, wê şer li seranserî sînor dest pê bike. Ev hişyariya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji Dewleta Tirk û piştgirên êrîşê re ye. Ebdî teqez kir ku, Efrîn û Bakûr-Rojhilatê Sûrî ne mîna hev in. Eger wisa difikirin, Dewleta Tirk şaştiyeke mezin dike, ji ber ku mîna Efrînê wê şer sînordar nemîne.

MEZLÛM EBDÎ: DEWLETA TIRK ÊRÎŞ BIKE, WÊ DAIŞ MEZIN BIBE

Piştî dagirkirina Efrînê Dewleta Tirk, di nava hewldanên dagirkirina herêma Bakûr û Rojhilatê Sûrî de ne.

Di vê demê de jî, tevger û hebûna xwe li ser sînorê Girê Spî û Kobanê zêde kiriye..

Têkildarî vê yekê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bersiv da pirsên tora medaya a BBC

Mazlûm Ebdî destpêkê hişayarî da civaka navdewletî û teqez kir ku, eger Dewleta Tirk êrîş bike, wê hêzên QSD’ê û YPG’ê parstinê bikin..

Ji lewre wê ev yek derfetê bide çeteyên DAIŞ’ê ku xwe jinûve zindî bike..

MEZLÛM EBDÎ: EGER ÊRÎŞ ÇÊBIBE, HÊZA ME PIŞTA ME YE

Lê belê Mazlûm Ebdî qebûlkirina Emerîka ji vê rewşê re dûr dibîne û dibêje wê Emerîka ji bo rê li pêşiya vê bigire wê bi Dewleta Tirk re di nava danûstandinan de be..

Hemwextî wê jî, Mazlûm Ebdî teqez dike ku, ew pişta xwe nadin danûstandinên navborî, lê belê ew xwe weke tenê di ruyê Dewleta Tirk de bimînin, amade dikin..

 MEZLÛM EBDÎ: TIRKIYÊ ÊRÎŞÎ KOBANÊ YAN GIRÎ SPÎ BIKE, WÊ SERANSERÎ SÎNOR BIBE ŞER

General Mazlûm Ebdî bal kişand ser rewşa Efrîn û Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku, ji Dewleta Tirk heye wê ev herêm mîna Efrîn be, lê ew şaştiyeke mezin dike..

Li Efrînê wan biryareke stratejîk da û tenê bi Efrînê re şer sînordar hiştin..

Ji ber vê yekê Mazlûm Ebdî ev hişyarî da;

Eger Dewleta Tirk êrîşî Girê Spî yan jî Kobanê bike, wê ji Dêrik heta bi Minbicê ango li ser dirêjahiya 600 KM a sînor şerekî mezin derkeve..

EGER DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ DEVEREKÊ BIKE, EM Ê ŞER LI SERANSERÎ SÎNOR DEST PÊ BIKIN

Ev biryara me ye û me her kes jî agahdar kiriye..

Dewleta Tirk, Emerîka û Fransa jî dizanin..

Lê ev destwerdan, ne hêzên navdewletî, ne herêmê, ne jî yên Kendav û Sûriyê qebûl dikin..

Leave a Reply

Back to top button