Li Almanyayê û Swêdê ji bo piştgiriya jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê terka qadan nakin..
Bi sedan kes hatin ba hev û çalakî li dar xistin.
Li bajarê Sîegen ê Almanyayê, ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî çalakiyek pêk hat ..
Jinan ji bo protestokirinê çarik avêtin erdê.
Jinên li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hatin ba hev..
Jinên Kurd, Efxan, Faris û Elman tev li çalakiyê bûn.
Û tekez kirin ku Ji ber ku şiara me, ‘jin, jiyan azadî’ ye, em natirsin, em ê teqez bi ser bikevin.”
Li bajarê Orebro yê Swêdê jî Kurdistanî û Swêdî ji bo xwedî derketina li serhildana li Îranê mîtîngek li dar xistin.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin ..
Di axaftinan de hat tekez kirin ku kinên Kurd û Îranî ne bi tenê ne, ew ê heta bi hetayê bi wan re bin.