Li Stenbolê jin Meclisa Jinan a KESK’ê çalakiyek lidarxistin

Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê li dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyek lidarxistin ..
Jinan diyar kir ku pergala ji tayê porê bitirse, wê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin.

Meclîsê pankartên li ser “Em li her derê li ber xwe didin” nivîsandî hilda ..

Bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” , “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” berz kirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê Bîrcan Dal daxuyaniyek da..

Bîrcan bi bîr xist ku ji zû de ye jin li ber zextên dewleta Îranê radibin.

Dal destnîşan kir ku rejîma Îranê xwe çiqas tund û tûj dike jin jî ewqas zêde têdikoşin û wiha got:

“Piştî qetilkirina Jînayê bi pêşengiya jinan çalakî li çar aliyê Îranê hatin lidarxistin.

Hêzên rejîma Îranê bi dehan çalakger qetil kirin, bi sedan girtin.

Em êrîşên dewleta Îranê yên li dijî berxwedana rewa ya gelê Îranê û jinan şermezar dikin.”

 

Back to top button