Komîteya Zaroan a Şilêr: Armanca hedefgirtina zarokan tunekirina siberoja gelan e

Komîteya Zarokan a Şilêr bi daxuyaniyekê bûyera destavêtina li ser zarokekê li Belucistanê şermezar kir .
Komîteyê destnîşan kir ku armanca hedefgirtina zarokan tunekirina siberoja gelan e.

Komîteyê têkildarî kuştina zarokan di êrişên dewleta Tirk û kuştina jinan daxuyaniyek da.

Di daxwiyaniyê de ev yek hat gotin :

“Di encama êrişên dewleta Tirk de gelek zarok şehît dibin.

Ji ber ku zarok û jin siberoja vê şoreşê ne..

Di van êrişan de gelek zarok birîndar bûn û ji mafên xwe yên jiyanê hatin mehrûmkirin.

Dîsa di serhildanên ji bona kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê de gelek zarok hatin qetilkirin.

Li Belucîstanê zaroka 15 salî jî rastî dest dirêjiyê hatiye.

Em kuştina zarokan û destdirêjiya li ser beden û fikrên zarokan şermezar dikin.”

Komîteyê tekez kir ku pêwîste em li dijî kuştina zarokan rabin û qebul nekin ku zarok werin kuştin.

Back to top button