Serhildana dijî kuştina Jîna Emînî di roja 14’an de li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin.
Hêzên Îranê li her deverê êriş dikin, dest bi binçavkirina çalakvanan kirine.
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê duh êvarî derbarê xwepêşandan de daxuyaniyek da.
Û ragihand ku hejmara kesên ku ji aliyê hêzên rêjîmê vê hatine kuştin gihişt 83 kesî.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana dijî kuştina Jîna Emînî di roja 14’an de ye.
Di roja 13’an de jî li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel li qadan bûn.
Li bajarê Sine bi pêşengiya jinan û bi slogana ‘Jin jiyan azadî’ xelk li ser pêyan bûn û xwepêşandan kirin.
Li Tahranê jî carek din dirûşmeyên ji bo hilweşîna komara Îslamî ya Îranê bilind bûn û çalakî hatin kirin.
Gorî dîmenên hatine belavkirin, li Tahranê xwepêşanderan heya demek dirêj dest danîn ser qeymqamtiya bajêr.
Yek ji cihên din ê carek din rabûyî serxwe, bajarê Meşhed bû, xelkê herêmê nerazîbûna xwe bi çalakiyan nîşan dan.
Li Qumê jî xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin û bê navber dirûşmeyên ji bo hilweşîna rejîmê bilind bûn.
Li van herêman di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de alozî çêbû.
Her wiha Li Yezid, Sîstan, Beluçistan, Xozistan, Tewrêz, Wirmê û Kirmaşanê û gelek bajarên din jî xwepêşandan dewam kirin.
IHR: Hêzên Îranê herî kêm 83 kes kuştine
Li aliyê din dijî xwepêşandaran hêzên Îranê li her deverê êriş dikin, dest bi binçavkirina çalakvanan kirine.
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê duh êvarî derbarê xwepêşandan de daxuyaniyek da.
Rêxistinê di destpêkê de êriş û zextên rejima Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezarkir.
Saziya Mafên Mirovan a Îranê raghand ku di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 83 kes ji aliyê dewletê ve hatin kuştin.
Her wiha diyar kir bi hezaran xwepêşander jî hatine binçavkirin û pêla binçavkirinan dewame.
Saziyê ji bo rawestandina kuştina xwepêşandêran daxwaz ji civaka navdewletî kir pêşî li hikûmeta Îranê bigrin.