Rojnamevanê Ermen Boris Murazî: Radestkirina her du Gerîlayan xiyaneta li armancên gelê Ermen e

Rojnamevanê Ermen Boris Murazi diyar kir ku radestkirina 2 gerîlayên HPG’ê ji aliyê hikumeta Paşînyan ve ji bo dewleta Tirk, xiyaneta li armancên gelê Ermen e. 

Di tebaxa borî de 2 gerîlayên azadiyê ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve hatin girtin û ew radestî dewletaTirk kiribûn.

Li hember vê gava hikumeta Paşînyan bertekên tund derketin û ev gav wek “xiyanet” bi nav kirin.

Têkildarî mijarê, rojnamevanê Ermen Boris Murazi ji ajansa Hawarê re axivî, radestkirina gerîlayan şermezar kir û got:

“Ev derbe li pişta gelê Kurd bû ku ji bo mafên xwe tê dikoşe. Ev yek dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk.

Tevgera hikumetê tu eleqeya xwe bi gelê Ermen re nîn e. Mixabin hikumeta îro ji bo armancên gelê Ermen jî bûye xayîn.”

Murazi diyar kir ku divê gelê Kurd vê helwestê wek dijberiya hikumeta Ermenistanê ya heyî li dijî gelê Ermen bihesibîne.

Boris Murazi têkoşîna gelê Kurd a li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û tekezî bi xurtkirina têkiliyên gelên Kurd-Ermen kir.

Back to top button