KCK: Em êrişa hêzên Îranê şermezar dikin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, gel ji ber êrişên hêzên dewletê bihêrs e.
KCK’ê bi daxuyaniyekê êirşên Îranê şermezar kir û got;
”Yekane rêya çareseriyê bicihanîna daxwazên gelan e.
Divê Tehran di vî warî de gavên pêwîst bavêje.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên Îranê daxuyaniyek da.

KCK’ê êrişkariya hêzên Îranê şermezar kir û got;

Piştî jin a Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve bi êşkenceyê hate kuştin, li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên gel dest pê kirin û li tevahiya Îranê belav bûn.

Xwepêşandanên ku bi pêşengiya jinan destpêkirin, tenê ji bo daxwaza azadî û demokrasiyê bûn.

Lê dewleta Îranê bi êrişên tûnd bersiv da van daxwazan û di encamê de gelek mirov jiyana xwe ji dest dan.

KCK: Em şoreşgerên Rojhilat ên di êrişa Îranê de şehîd bûne bi bîr tînin

KCK’ê diyar kir ku Îranê bi zextên li dijî gel sînordar nema, berê êrişên xwe da Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir:

Dewleta Îranê ku Kurdan weke berpirsyarê nerazîbûnên civakê dibîne, li Başûr êrişî
hêzên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Ji ber van êrişan gelek şoreşger û welatparêz jiyana xwe ji dest dan.

Em qurbaniyên êrişan bibîr tînin û ji hêzên Rojhilatê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

KCK: Rêya çareseriyê bicihanîna daxwaza azadiyê ya jinan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê rêya çareseriya bingehîn nîşanî dewleta Îranê kir û got;

Daxwaza jinên Kurd û Îranî rewa û demokratîk in. Lewam divê bicih werin.

Eger Îran di vî warî de gavan bavêje wê pirsgirêk çareser bibin.

Helwesta dewletê ya li hemberî daxwazên jinê, binpêkirina mafên mirovahiyê ye.

Dem ku civak li dijî van helwestan nerazîbûnê nîşan dide, dewleta Îranê weke her gavê van daxwazên rewa weke destwerdana hêzên derve binav dike. Ev tawanbarî bê wate ne û ji rastiyê dûr in.

Divê Îran zanibe ku rêya çareseriyê tenê rêbazên diyalog, danûstandin û lihevkirinê ye.

Di serî de Îran, her alî dizane ku Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim li ber destwerdana hêzên derve ya li Rojhilata Navîn rabûye.

Rêya herî rast û bi bandor a pêşîgirtina li destwerdana hêzên derve, bicihanîna daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan e.

Dewleta Îranê li şûna ku ji ber çalakiyên gel Kurdan sûcdar bike, divê li ser mijara çareseriya pirsgirêka Kurd bisekine.

Back to top button