HPG’ê: Hevrê Rûken Zelal û Sara Tolhildan xwedavendên me yên azadiyê ne

HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiya li dijî navenda polîsên dewleta Tirk ya li bajarê Mêrsînê gerîlayên wan Sara û Rûken pêk anîne. HPG’ê îro derbarê çalakiya fedayî ya her du gerîlayan û jiyan û têkoşîna wan de daxuyaniyeke din weşand û wiha got, Hevrêyên me Sara û Rûken bi gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji mirinê jiyan afirandin, bûn sembola avakirina jiyana azad û bûn xwedawendên me yên azadiyê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî her du gerîlayên fedayî ku 26’ê Îlonê li dijî navenda polîsên dewleta Tirk ya li bajarê Mêrsînê çalakî pêk anîn daxuyaniyeke din da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,

“Hevrêyên me Sara Tolhildan û Rûken Zelal, bi rê û rêbazeke ku hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst bi ti awayî pê nehesiya û jê fêhm nekir, li dijî navenda polîsan a li ya Mersînê çalakî kirin û dewleta mêtinger şoq kirin.

Fedaiyên me, ji destpêkê heta dawiyê çalakiya xwe bi rengê ku plankirî, bêkêmasî û bi afirîneriyeke bilind, pêk anîn.

Weke tîmeke gerîla ya xweser, bi plansaziya xwe re dilsoz man û çalakî bi ser xistin.”

HPG’ê diyar çalakiya fedayî li dijî polîsên ku ji bo ewlehiya burokrasiya dewletê bi erka taybet radibûn hate kirin û wiha dewam kir,

“Vê çalakiya fedaî derba giran li dijmin xist. Lê belê Wezîrê Karên Sûc ê hikumeta şerê taybet mîna her carê hejmara kuştiyên xwe veşart.

Bi bayê bezê hate cihê çalakiyê û hewl da encamên çalakiya fedaî veşêre.

Lê tevî vê yekê jî hate fêhmkirin ku kuştiyên dijmin gelekî zêde ye. Çalakiyê ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û siyasî ve dijmin hejand.”

HPG’ê destnîşan kir ku her du gerîla bûn fermandarên fedaî ku rêbaza gerîlayên Apocî yên jinûve avabûyî li bajaran xistin meriyetê û got, “Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst qaşo xwe dispêre ‘îstîxbarata milî û teknolojiya mîlî’ û îdîa dike ku berxwedana gerîla qedandiye.

Wisa lê hatiye ku ji derewên xwe bawer dike û bi rêya medya xwe ya şerê taybet propaganda ‘Em nahêlin ku fîşekek jî bikeve nava bajaran, me PKK qedand’ dike.

Herdu hevrêyên me bi çekan û wesayitên bi teqemeniyan ketin qadeke ku dijmin bi teknîka modern dişopand; careke din nîşan dan ku PKK têk naçe.

Vê rêbaza çalakiyê jî nîşanî dost û dijmin dan, hêz, wêrekî, biryardarî û baweriya bi xwe û serketinê ya PKK’ê, raxistin pêş çavan, bi ser xistin.”

HPG’ê di dawiyê de li ser jiyan û têkoşîna her du fedaîyan ev nirxandin kir;

Li dû berxwedêrên Girê Sor û berxwedêrên Werxelê nefesa xwe digirin. Ew bi kesayetên şoreşger ên wek Kemal, Xeyrî, Bêrîtan û Zîlan bandor dibin û ji wan hêza têkoşînê digirin.

Baş têgihiştine ku heta li dijî faşîzmê şer nekin, nikarin weke jin cihek ji bo jiyanê peyda bikin û hebûna xwe ya Kurd berdewam bikin.

Du jinên bedew û leheng, careke din ji bo tola hevrêyên xwe yên ku ji bo azadî û parastina Kurdistanê şer dikin û li dijî wan bombe û çekên kîmyawî tên bikar anîn, hilînin,

ji bo dawî li zilm û êşkenceyên giran ên li zindanan bînin, bi şêwazekî profesyonelî û jêhatî di cihek ku dijmin qet ne li bendê bû çalakiya fedaî pêk anîn.

Ew bûn milîtanên pêk anîna dirûşma ‘DI ŞER DE SERKETIN, DI JIYANÊ DE AZADÎ’. Bi dirûşmeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ bûn sembola jiyana azad û bûn XWEDAWENDÊN ME YÊN AZADIYÊ.

Back to top button