YJA Satar: Hevrê Sara û Rûken bi sekna Zîlan serê jinan hemûyan bilind kirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê çalakiya gerîlayên jin Sara Goyî û Rûken Zelal silav kir û got: “Hevrêyên me Sara û Rûken bi sekna Zîlan li ser bingeha azadiyê, serê jinan hemûyan bilind kirin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê li ser çalakiya ku herdu gerîlayên jin Sara Gorî û Rûken Zelal pêk anîne, daxuyaniyek nivîskî weşand.

YJA Starê got:

“Li hemberî êrîşên qirker ên hikukmeta çete ya AKP-MHP’ê yên li dijî gelê Kurd, jinan, hevrêyên li zindanan dîlgirtî, xwezaya welatê me û gerîla, di 26’ê Îlona 2022’an de hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal ên li ser xeta Zîlan ketin pratîkê, li ser xeta azadî-rûmetê bûn nirx.

Em van şehîdên xwe yên mezin bi rêz û minet bi bîr tînin. Li cihên ku dijmin herî zêde pê piştrast bû, van hevrêyên me bi xwînsarî, wêrekî û biryardariyeke mezin li ser xeta Rêber Apo xwe gihandin azadiyê û sekna gerîlayên jin ên rêxistinbûyî temsîl kirin. Em çalakiya bi heybet a van hevrêyên xwe bi coş silav dikin, pîroz dikin.”

YJA Starê bi domdarî ev tişt gotin:

“Êrîşên li ser qadên Behdînanê bi vê armancê têne kirin. Ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve êrîşên ku ji asta şerê navbera dewletan jî girantir, bi her amûrên sûc û qirêjiyê êrîşan dike; hewl dide hêza parastina gel-jinê bieciqîne, îradeya wê bişikîne û teslîm bigire.

YJA Starê diyar kir ku sekna van herdu gerîlayan sekna Zîlanê bû û wiha domand:

“Li hemberî van zext û êrîşan, tevgera me ya azadiyê ku bi çavkaniya Rêber Apo û peşengiya jinê hewl dide neteweya demokratîk ava bike, bi pîvana ‘parastina hebûnê, misogerkirina azadiyê’ têkoşîna rewa bi berxwedaneke gelekî bi heybet dimeşîne.

Yên ku biryara xwe ya jiyanê li ser azadiyê dane, çalakiya wan jî, îradeya wan jî mezin e û têk naçe.

Sekna gerîla bi kurtasî bi vî rengî ye. Çalakiya bi biryar û rêxistinbûyî ya bi heybet a hevalên Sara û Rûken ku beşek ji vê rastiyê ye, temsîla sekna jin a azad a bi afirîneriya Rêber Apo gihandiye asta bilind.

YJA Satar: Hevrê Sara û Rûken bi sekna Zîlan serê jinan hemûyan bilind kirin

YJA Starê wiha domand:

“Van hevalên me ew bedewî û welatparêziya cewherê Botan û Rojava di kesayetiya xwe de temsîl kirin, weke mînaka herî bedew a têkiliya jin-welatparêziyê cihê xwe li nava refên me yên artêşê de girtin. ”

Fermandariya Biryargeha Navendî di dawiyê de çalakiya gerîlayên jin silav kir û got: “Dewleta Tirk a faşîst li hemberî vê çalakiya tîma me ya fedaî bêçare ma û bi agahiyên şaş-derewîn xwest şerê taybet bi rêxistin bike û mohra xwe danî binê skandaleke mezin.

Em bang li her kesî dikin ku bi vê berpirsyarî û hişmendiyê li dora bîranîna van hevrêyan û nirxên pîroz li hev bicivin, bi sekneke bi wêrek tevlî nava refên têkoşînê bibin.

Hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal bi sekna Zîlan li ser bingeha azadiyê serê jinan hemûyan bilind kir. “

Back to top button