Li paytexta Burkina Faso dengê çek û teqînan bilind bû

Li welatê Afrîkaya Rojava Burkina Faso tevgereke zêde ya leşkerî heye.
Ji nava paytext Vagaduguya dengê teqîn û çekan bilind bû.

Li gorî ajansa Reutersê, ji kampa leşkerî ya sereke ya li bajêr dengê çekan hat bihîstin û li nêzîkî qesra serokatiyê dengê teqînan hat.

Hat diyarkirin ku leşker daketin kuçeyê û rêyên ku diçin Qesra Serokomariyê û avahiyên din ên rêveberiyê girtin, televizyona dewletê jî weşan da sekinandin.

Reutersê diyar kir ku her çend heta niha nayê zanîn ku ev hewldana derbeyê ye yan na, ew mîna mînakên din ên pêla destwerdana leşkerî ye ku di van salên dawî de bandor li Rojava û Afrîkaya Navîn kiriye.

Di 24’ê Çile de, komek leşker bi serokatiya Kolonel Paul Henry Damiba li Burkina Faso desthilatdarî girt.

Damiba di 6’ê Adarê de bû serokomar û hikûmeteke veguhêz a ji 25 kesan pêk tê ava kir.

Back to top button