HPG’ê:Li herêma Zapê di çalakiyên gerîlla de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku ku li herêma Zapê gerîllayên wan li hêzên artêşa Tirk dane. Li gorî daxuyaniya HPG’ê, di çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin. HPG’ê eşkere kir ku artêşa Îranê ji 25’ê Îlonê ve qadên girêdayî herêma Xakûrkê bombebaran dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şerê li Herêmên Parastinê yê Medyayê, raya giştî agahdar kir..

Li gorî daxuyaniyê;

Li herêma Zapê 29’ê Îlonê hêzên artêşa Tirk ên li derdora Qada Sîda bûn armanca lêdana gerîlla.

Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Heman rojê gerîlla li Qada Şehîd Felat jî bi çekên giran li hêzên artêşa Tirk dan.

Dîsa 29’ê Îlonê li Qada Şehîd Agir hêzên dagirker bûn armanca çalakiya sabotajê ya gerîlla.

Li vir jî 3 leşker hatin kuştin û yek ji wan paye bilind bû.

Li herêmên Xakûrkê û Metînayê jî gerîlla çalakî li dijî leşkerên artêşa Tirk pêk anîn.

Navenda Ragihandin ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan: Di navbera 27 û 29’ê Îlonê de Herêmên Parastinê yên Medyayê 26 caran bi çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer û 74 caran jî bi helîkopteran hatin bombardimankirin.

HPG’ê diyar kir ku artêşa Îranê ji 25’ê Îlonê ve êrişên xwe li dijî qadên gerîlla zêde kirin.

Li gorî daxuyaniyê,

Qadên Goşîne, Girê Berbizinê, Helgurt, Girê Rostê û Hornê yên girêdayî Xakûrkê bûn armanc topxaneyên Îranê.

28’ê Îlonê Girê Berbizina ji aliyê balafirên bê mirov ên Îranê ve hat bombebarankirin.

Back to top button