Sendîkaya Perwerdehî û Zanistê ji wezîrên karên derve û pêşveçûnî ya Alman re name şand û xwe piştgiriya perwedehiya li Rojava bikin.
Seroka Sendîkaya Perwerdehî û Zanistê ku bi nêzî 300 hezar endaman yek ji sendîkayên Elmanya ya herî li pêşe, Maîke Fînnern, name ji Wezîra Karên Derve û Wezîra Pêşveçûnê re şand.
Maîke êrişa dewleta Tirk a ku 18’ê Tebaxa 2022’an li ser navenda perwerdehiyê ya zarokên keç a li Hesekê pêk anî, bi tûndî şermezar kir.
Maîke Fînnern diyar kir ku li cihekê ku ewlehî lê nebe, dibistan û perwedehî ne bi sûde û ev bang li serokwezîr û wezîra karên derve kir: “Êrişên bi vî rengî, perwerdehiyê asteng dike, lewma em dixwazin hûn endamê NATO Tirkiyê yê ku qanûnên navneteweyî binpê kir û ev êriş pêk anî, bi şêwazek tund rexne bikin.”
Maîke Fînnern di dawiyê de got:
“Perwerdehiya li Rojava di hemû zimanan de û li ser bingeha wekheviya di navberan zayendan de, tê dayîn. Lewma divê ev modela perwerdehiyê li qada navneteweyî bê naskirin û piştgiriya wê bê kirin.”