Li Mexmûrê ji bo şehîd Sara û Rûken konê sersaxiyê hat danîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê ji bo Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal ku di şeva 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedayî kiribûn, konê sersaxiyê hat danîn.

Tevahî xebatkar û şêniyên wargehê serdana konê sersaxiyê kirin.

Li ser navê xebatkar û gelê wargehê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak axivî û got: “Di vê pêvajoya evqas hesas de, van herdû xwedawendan çalakiyek wisa fedaî li darxistin û bersivek dîrokî dan dijmin.

Em sersaxiyê ji tevahî welatparêzan re dixwazin û em ê heta dawî şehîdên xwe di nava xwe de bidin jiyan kirin.”

Piştre li ser navê malbata şehîd Sara Tolhildan, Evdilrehman Yilmaz axivî û xêrhatina gel kir û got: “Li ser navê malbatê em dibêjin serê Serok û rêhevalên Şehîd Sara saxbe.

Ti tişt ji ruh pîroztir nîne û van hevalan ew jî feda kirin. Em wek malbat bi şehîdên xwe serbilindin.”

Back to top button