YPJʹê hevrêyên xwe Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn bi bîr anîn û got: “Di nava refên têkoşînê de her şehadeta ku tê jiyîn soza me ya tolhildanê û serkeftinê bilindtir dike.”
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanên xwe eşkere kir û got:
Di serî de em ji malbata hevrêyên xwe û hemû gelê xwe re sersaxî dixwazin.
Hevrêyên me Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn di demên cûda de dema li ser erkên xwe bûn gihiştin asta şahadetê.
Em hevrêyên xwe Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn bi rêzdarî bibîrtînin.
Di nava refên têkoşînê de her şehadeta ku tê jiyîn soza me ya tolhildanê û serkeftinê bilindtir dike.
Em weke rêhevalên wan soz didin em ê xeyalên wan pêk bînin û em ê tu caran rê nedin dagirkeran.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
- Nasnav: Bêrîtan Dersim
- Nav û Paşnav: Nermin Sino
- Dayîk: Fatma
- Bav: Salar
- Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa-04.05.2021
****
- Nasnav: Roj Avaşin
- Nav û Paşnav: Rihan Biro
- Dayîk: Rojin
- Bav: Celal
- Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn-29.06.2022.ʹʹ