Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşananên li dijî kuştina Jîna Emînî di rojan 14’an de berdewam dikin. Li Belûcistanê di êrişa hêzên Îranê de bi dehan kes hatin kuştin.
Li Şêrebad a ser bi bajarê Zahidan li derdora navendekî hêzên Îranê şerekî dijwar ru da.
Her wiha hêzên Îranê li bajarê Zahdan a navenda Sîstan û Belûçistanê rasterast xwepêşander gulebaran kirin.
Di van xwepêşandanan de jin û zarok jî dinav de herî kêm 36 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne.
Her wiha Xetên înternetê hatine birrîn û li Zahîdanê hêzek zêde ya leşkerî hatiye bicih kirin.
Û agir jî li çend cihên bajarê Zahdan ketine.
Li Erdebîl jî di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derketiye.
Di xwepêşandanên Ehwazê de gelek jinan laçikên xwe avêtine û daketine qadan.
Li Tehranê jî gelek jin bêyî laçis digerîn.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka xwepêşandan û heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 83 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.