33 KESÊN DI KOMKUJIYA PIRSÛSÊ DE ŞEHÎD BÛN, HATIN BIBÎRANÎN

Îro 4. salvegera komkujiya Pirsûsê ye, di vê komkijiyê de 33 şoreşgerên ciwan şehîd bûn. Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Pirsusê li Bakurê Kurdistanê merasîm hatin lidarxistin.

Li Amed, Riha, Stenbol, Edene û Îzmirê jî ji bo bîranîna 33 ciwanan daxuyanî hatin dayîn.

Ciwana di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

Divê hemû hêzên netewî bi baldarî kesên rê didin ku carek din çeteyên DAIŞ’ê zindî bibin bişopîne.

4 sal berê yên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan hevrêyên me bûn. 4 salin em li kolanê li edaletê digerin.

Em edaletê dixwazin divê kujerên komkujiya Pirsûsê werin darzandin.

Leave a Reply

Back to top button