Tevî êrişan û ambargoyê Şaredariyên gel ên Rêveberiya Xweser xebatên xwe didomînin

Şaredariyên gel ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û ambargoyê xebatên xwe dewam dikin.
Di çarçoveyê de Şaredariyên gel ên Til temir, Şedadê û Helebê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek proje pêşxistine û ji bo pêkanîna wan lez dane xebatên xwe

Saziyên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên û ambargoyê karê xwe dewam dikin.

Gundên navçeya Til Temirê ya girêdayê kantona Hesekê, rojane ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve tên topbarankirin,

Lê tevî topbaranê xebatên şaredariyê ranawestin.

Li taxa Hemra ya bakurê navçeyê ku nêzî eniyên şer e, projeya danîna xetên ava vexwarinê dewam dike.

Ji rêveberên Daîreya Avê ya Şaredariya Gel a Til Temirê Xalid Mihemed Elo têkildarî projeyên xizmetguzariyê axivî.

Mihemed Elo diyar kir ku li ser daxwaza şenîyan danîna boriyên avê ji bo taxan dest pê kir û got:

“Tevî ku şênî li beramberî eniyên şer in, lê li ser xaka xwe ne û li malên xwe ne.”

Têkildarî xebatên Şarederiya gel a ku tevî êrişan kar dike şêniyên Til Temirê jî axivîn û pesnê wê dan.

Şêniyên gundê Ib El Tîna spasiya şaredarî û Rêveberiya Xweser kir ku rêya gund zif kir û ew ji zehmetiyên ku dikişandin, xilas kir.

Di heman çarçovêyê de şaredariya Gel a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê jî, xizmetên xwe yên ji bo gel didomînin.

Şaredariyê ji bo temamkirina projeyên çareya dawî ya îsal, dest bi projeya danîna xetên kanalîzasyonê li taxa başûr kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Şedadê endizyar Mihemed El Dexîl diyar kir ku ev proje dê derdora mehekê dewam bike û wiha got:

“Di rojên bê de projeyên din ên xetên kanalîzasyonê li taxên din ên navçeyê pêk bîne.”

Li aliyê din Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî tevî êriş û ambargoyê ji bo sererastkirina ziyanan xebatên xwe zêde kirine.

Ji ber êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker binsaziya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, xirab bibûn.

Şaredariyê dest bi çaksazkirina ziyanên di xetên kanalîzasyonê kir.

Endamê rêveber ê nivîsgeha teknîkî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Caro têkildarî mijarê got:

“Hemû ziyan tên sererastkirin, rêgarên li kolan, dibistan û sûkan tên paqijkirin û yên nûjen têne danîn.”

Back to top button