Iraq careke din tevlîhev bû. Tevgera Tişrîniyan a Iraqê bi boneya sêyemîn salvgera xwepêşandanên Cotmeha 2019’an de îro careke din daketin qadan.
Tevgera Tişrîniyan a Iraqê ragihandibû ku ewê di 1’ê Cotmehê de, di sêyemîn salvegera xwepêşandanên Cotmeha 2019’an de careke din dest bi xwepêşandan û nerazîbûnên mezin bikin.
Tevgera Tişrîniyan îro daketin qadan.
Lê hêzên ewlekariya Iraqê xwest pêşî xwepêşandanan bigre, lê di navbera çalakvan û hêzên ewlehiyê de pevçûn rûda.
Calak van bi israr dixwazin bikevin herêma kesk.
Di dawiya meha Tebaxê de alîgirên Tevgera Sedir dest bi xwepêşandanan kir û ketin herêma Kesk a Bexdayê.
Di navbera çekdarên Seraya Selamî yên Tevgera Sedir û hêzên ewlehiyê de alozî derket. Ji ber 36 kes hatin kuştin û 700 kes birîndar bûn.
Piştre Sedir bang li alîgirên xwe kir ku paşve vekişin.
Nayê zanîn bêka wê alîgirên Sedir jî tevlî xwepêşandanên TevgeraTişrîniyan bibin yan na.