HPG’ê: Li Zap, Metîna û Avaşînê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Zap, Metîna û Avaşînê, gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan.
Di çalakiyan de 4 leşker hatin kuştin.
Li aliyê din HPG’ê ragihand ku PDK’ê ji bo pêşî li tevgera artêşa Tirk hêsan bike, rê û çeperan çêdike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encamên çalakiyên gerîlla de agahî dan raya giştî.

Li gorî vê;

Li Herêma Zapê, 29’ê Îlonê hêzên artêşa Tirk xwestin nêzî çeperên şer ên Qada Çemço bibin.

Gerîlla bi çalakiyên sabotajê pêşî li tevgera dagirkeran girtin.

30’ê Îlonê li heman Qadê, leşkerên li derdora devera Şehîda Adil bûn armanca lêdana gerîlla.

Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Li Herêma Avaşîn jî 29’ê Îlonê hêzên dagirker ên li derdora Qada Şehîd Zêrîn bûn armanca çalakiyê.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên PDK’ê li Qada Girê Amediyê ji bo pêşî li tevgera artêşa Tirk hêsan bikin, bê navbera rê û çeperan çêdikin.

Back to top button