Şervanê Erka Xweparastinê Semîr Ayid El-Ley ê Tîrmehê li navçeya Til Koçer şehîd bû.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şehîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Til Hemîsê ve ket rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Hêzên Erka Xweparastin û malbata şehîd axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdn heta pêkanîna armancên Şoreşa 19’ê Tîrmehê dan.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogan û tliliyên dayikan de oxirkirin.