Di êrişên hêzên Îranê de li Zahîdanê a navenda Belûcîstanê 42 kes hatin kuştin

Serhildanên gel ên bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 15’an de didome.
Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî gel her ku diçe zêde dibe.
Hate ragihandinê ku rejîma Îranê di xwepêşandanên duh ên li bajarê Zahîdanê ku navenda Belûcistanê ye komkujî pêk aniye.
Hat ragihandin di komkujiyê de 42 kes ku di nav de jin û zarok jî hene hatin kuştin 100’an kes jî birîndar bûne.

Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên bi pêşengiya jinan di rojan 15’an de didome.

Rejîma Îranê jî êrişên xwe yên li dijî gel zêde kirine.

Duh li bajarê Zahîdanê a navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê gel li qadan bûn.

Di Çalakiyê de hêzên rejîmê bi çekên giran êrişî gel kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kampanya Çalakvanên Belûç ragihand di êrişê de 42 kes hatine kuştin û 192 kes jî birîndar bûne.

Her wiha ragihandina ser bi rejîma Îranê ve jî eşkerek kir ku fermandarek Sipahê Pasdaran li Zahîdanê hatiye kuştin.

Duh êvarê û Îro jî li gelek bajarên Kurdistanê û Îranê serhildanên gel hebû.

Serhldanên li Îran û Kurdistanê didome zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li zanîngeha bajarê Kurdistanê û Kirmanşanê xwandekar bi dûrûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan û banga azadiya xwandekaran kirin.

Li bajarê Sine û Seqizê jî îro gel neçûn ser kar û deriyê dikanê xwe venekirin

Li bajarê Dehgelanê jî di navbera gel û hêzên rejîmê de şer derket.

Duh êvarê jî li bajarê Seqiz gel bi dûrûşma “Jin, jiyan, azadî” li qadan bû.

Li zanîngehên Tehran û Kirmanê jî xwandekaran banga xwedî derketinA li çalakiyên gel kirin.

Li zanîngeha Meşhedê û Tebrîzê jî dengê azadiyê bilind bû.

Li bajarê Kerecê jî gel bi dûrûşma “azadî “”Bimre dîktator” li qada bûn.

Li Tehran û Êsfehanê jî gel bi dûrûşma “Bimre dîktator” “Jin, jiyan, azadî” di nava çalakiyê de bû.

Li Şîrazê û Êsfehanê jî ciwanan êrişî hêzên rejîmê yên bi cilên sivîlan digeriyan kirin û du motorên wan dan ber agir.

Herwiha careke din bi dîmen hate piştrast kirin ku rejîma Îranê ambûlansan ji bo êrişî li dijî sivîlan bikar tîne.

Li ser banga partî û rêxistinan li Kurdistan û Îranê greva giştî dest pê kir

Rêxistina Efû ya Navneteweyê: Îran bi armanca kuştinê êrişî xwepêşandêran dike

 

Back to top button