Mihemed Xalid bavê hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid e

Welatparêz û bavê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrivan Xalid , Xalid Mihemed Xalid di temenê xwe yê 65 salî de, duh wefat kir.

Welatparêzê bi navê Xalid Mihemed Xalid ê ji navçeya Amûdê ku temenê wî 65 sal bû, wefat kir.

Xalid Mihemed Xalid, bavê hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û 2 têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.

Xalid Mihemed Xalid di salên 1980’yî de mala xwe ji kadroyên Tevgera Azadiya Kurdistanê re vekir.

Di destpêka şoreşa Rojava de, di nava parastinê de cih girt û fermandarê Tabûna Bavê Zinarîn bû.

Di sala 2014’an, neviyekî wî jî ku endamê tabûrê bû şehîd bû.

Welatparêz Xalid Mihemed heta sala 2015’an jî di nava YPG’ê de xebat kir û ji ber rewşa xwe ya tendirustiyê, nikaribû vê xebatê dewam bike.

Back to top button