Şêniyên navçeya Til Temirê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk daketin qadan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê çalakiyên xwe dewam dikin.
Di çalakiyan de li dijî tecrîd û êrişan peyam hatin dayîn û bang li civaka navnetwî hate kirin ku helwstekê nîşan bidin.

Li dijî tecrîdda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê û hedefgirtina sivîlan gelê herêmê di nava çalakiyan de ne û nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Şêniyên navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina êrişan daketin kolanan.

Bi sedan şêniyên Til Temirê bi pêşengtiya ciwanan ber bi Çerxeriya Mezin meşiyan û li wir meş veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê gelê herêmê û di serî de ciwan li dijî êrişan têkoşîna xwe dewam bikin û li ber xwe bidin.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn.

Jinên Hesekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê şermezar kir

Li Hesekê jî komîteyên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kampa Serêkaniyê li dijî êrişên li ser herêmê û tecrîda li ser Rêber Ocalan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin tecrîd berdewama Komploya Navneteweyî ye û li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye.

Têkildarî êrişên li ser herêmê jî, her du komîteyan êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina welatiyan û bêdengiya hêzên navnetewî ya lihemberî van êrişan şermezar kir.

Jinan di dawiya daxuyaniyan de bang li civata navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê li ber êrişan bigire.

Jinên rewayê li dijî êrişên li ser herêmê û hedefgirtina pêşengên wê meşiyan

Li Reqayê jî, jin li dijî êrişên li ser herêmê û hedefgirtina pêşengên xwe meşiyan.

Jin heta Çerxeriya Naîm meşiyan û li wir meş veguherî mitîngê.

Li ser navê Kombûnan Jinan a Zenûbiya daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku armanca dagirkeriya Tirk ji van êrişan şikandina vîna gelê herêmê û têkbirina projeya wê ya demokratîk e.

Jinan şehîdxisitna hevserokên Bîroya Edaletê Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero jî şermezar kir û welatên navnetewî berpirsên van êrişan nîşan da.

Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji sûcên li herêmê têne kirin deyîne.

Back to top button