Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Mihemed Kobanê oxir kir

Bi sedan şêniyên Kobanê û Hesekê cenazeyê 3 şehîdên YPJ, QSD û hêzên Asayîşê ku li dem û cihên cuda de şehîd bibûn oxirkirin.

Endamê Hêzên Asayîşa Mihemed Hotî bi nasnav Mihemed Kobanê ku duh di oxira parastina ewlehiya herêmê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û partiyên herêma Firatê tevlî merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd bû.

Di merasîmê de soza berdewamkirina xeta şehîdan hat dayîn.

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbata şehîd kirin.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê şehîd Roj û Siwar bi merasîmekê oxirkirin

Şervana YPJ`ê Rîhan Biro bi nasnav Avaşîn di 29’ê Îlonê li navçeya Sirînê û şervanê QSD’ê Ebdulezîz Mûsa bi nasnav Sîwar Hesekê di 28`ê Îlonê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk li Til Temirê şehîd bûbûn.

Bi sedan şêniyên Hesekê tevlî merasîma oxirkirinê bûn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Back to top button