Ji bo piştgiriya xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li navçeya Derbendîxan navçeya Kelar a Germiyanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
Li ber Çayxaneya Çandî ya Derbendîxanê çalakiyek piştgiriyê hat li darxistin.
Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan Hawkar Qadir daxuyaniyek da û anî ziman ku rejima Îranê bi berdewam li dijî gelê Kurd û gelên din ên Îranê siyaseta xwe ya qirkirinê dimeşîne û got:
“Em daxwaz ji Kurdên her çar parçan dikin ku nakokiyên siyasî bidin aliyekê û piştgiriya serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li dijî zilmê bikin.”
Li Kelarê çalakiyek ji bo piştgiriya serhildana gelên Îranê hat lidarxistin
Her wiha li navçeya Kelar a Germiyanê jî çalakiyek ji bo piştgiriya serhildana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin
Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê Peywend Mihemed ve hat xwendin û hat gotin ew wek xelkê Germiyanê piştgiriyê didin serhildana Rojhilatê Kurdistan û gelên Îranê.