KJAR ji bo piştgiriya çalakiyên Rojhilat û Îranê dest bi pêngaveke kir

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê -KJAR’ê ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilat dest bi pêngava ‘Dema Parastina Şoreşa Jinê ye’ kir.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ji bo serhildanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyek da.

KJAR’ê anî ziman ku ji roja rêjîma Îranê hat ser desthilatê dest bi kuştin, destavêtin, êşkence û darvekirina jinê kir û got:

”Armanca bingehîn a rejîmê ew e ku, jinan bêparastin bihêle û di şexsê jinê de civakê ji cewherê wê derxe.

Lê êdî civak desthilatdariyê qebûl nake, daketina gelên Îran û Rojhilat li meydanan vê yekê îsbat dike.”

KJAR’ê ji bo destekdayîna serhildanê ragihand ku ew ê dest bi kampanya ‘Dema Parastina Şoreşa Jinê ye’ bikin.

KJAR’ê bang li hemû jinên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku tekoşînê bilind bikin, şoreşa jinan û gelan biparêzên.

Back to top button