Li Helebê bi boneya cejna mamosteyan şahiyek hat lidarxistin

Bi boneya 6ʹê Cotmehê, Cejna Mamosteya, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê şahiyek li dar xist.

Şahî li Dibistana Qehreman Efrîn a li rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd bi beşdarbûna endamên saziyên civaka sivîl, Yekitiya Hunermendan, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi dehan mamosteyan hate lidarxist.

Di şahiyê de Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Fatima Bes axivî û îşaret bi berpirsyariyên ku dikeve ser milê mamosteyan kir û got:

“Asta pêşketina neteweyan girêdayî ked, xebat û îsrara mamosteyan.”

Piştî axaftinan, bawernameyên hemşîretiyê li hejmarek mamosteyên ku perwerdeyên hemşîreyê dîtine, hatin belavkirin.

Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hat pêşkêş kirine.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Back to top button