Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Mike Pompeo bi riya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re axivî.
Ji ber kirîna Enqereyê sîstema moşekên S-400 ên Rûsî, Pompeo hêvîşkestina xwe nîşan da.
Derbarê axaftina navbera herdu wezîran de, berdevka Wezareta Derve ya Emerîkayê Morgab Ortagus daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat ziman:
“Pompeo teqez kiriye ku wê Emerîka berpirsyariya çareserkirina pirsgirêkên ewlehî yên Tirkiyê bi sînorên Sûriyê re bigire ser xwe.
Her wiha parastina hevkarên hundirê Sûriyê yên bi Emerîka û Koalisyona Navdewletî re ji bo têkbirina DAIŞ’ê dixebitin jî, berpirsyariya hikûmeta Emerîkayê ye.”
Li gorî nivîsgeha çapemeniyê ya Wezarete Derve ya Tirkiyê, wezîrên Derve yên Emerîka û Tirkiyê pirsgirêkên têkildarî S-400, balafirên F-35, rewşa Minbic û Idlibê û avakirina herêma ewle li Sûriyê, gotûbêj kirin.