HPG’ê: Li Zapê yek jê payebilind 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên Gerîla li herêma Zapê li artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de yek jê payebilind 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Her wiha artêşa Tirk careke din 18 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 1’ê Cotmehê li Qada Sîda bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin ku li derdora çeperên şer yên Şehîd Agir di nava tevgerê de bûn.

Di encama vê çalakiyê de yek jê payebilind 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 18 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û hawanan qadên gerîla bombebarankirin.

Her wiha hat diyar kirin hêzên Îranê jî 1’ê Cotmehê bi obus û hawanan qadên Berbizinê û Hornê yên bi ser Goşînê ya girêdayî herêma Xakurkê bombebarankirin.

Back to top button