LI TAXA EŞREFIYÊ YA BAJARÊ EFRÎNÊ JINEKE CIWAN DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎ

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê jineke ciwan ji binpêkirinên domdar ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan dawî li jiyana xwe anî

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî ji hundirê Efrînê ciwana bi navê Arîn Selah Gulo ya 19 salî ji ber binpêkirinên domdar ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wî, dawî li jiyana xwe anî.

Hate gotin ku Arînê di mala xwe de ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê werîsekî li sûtiyê xwe gerand û dawî li jiyana xwe anî.

Hêjayî gotinê ye ku kiryarên çeteyan ji revandin, kuştin û talankirina mal û milkên xelkên Efrînê hiştiye ku rewşa li herêmê her bitirs be.

Leave a Reply

Back to top button