Bi sedan keksî serdana konê sersaxiyê yê şehîd Reyhan û Ebdelezîz kirin

Welatiyên Hesekê serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Reyhan Biro û Ebdelezîz Mûsa kirin û sersaxî ji malbatên wan re xwestin. Li bin konê sersaxiyê soza berdewamkirina rêya şehîdan hate dayîn.

Bi sedan welatî, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Hesekê serdana konê sersaxiyê yê her du şehîdan kirin.

Li bin konê sersaxiyê endamê Meclisa Leşkerî Hisên Selmo axivî û diyar kir ku armancgirtina pêşengên civakê bi rêya kesên xayin tê kirin.

Hisên Selmo di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina herêmê ji êrişên dagirkeriyê da.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Osê jî da zanîn ku armanc ji êrişan têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê ye.

Osê bang li aliyên ku hevkariya dewleta Tirk dikin kir ku dev ji hevkariya xwe berdin û rê nedin dagirkeran.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman Ibrahîm jî bang li pêkhateyên herêmê kir da yekîtî û hevgirtina xwe ava bikin.

Back to top button