“Bi rihê jiyanan em destkefiyên şoreşê biparêzin û ser bikevin”

Kongra Star a kantona Qamişlo konferansa xwe ya 9’mîn li dar xist. Konferansbi hilbijartina Meclisa Jinan a kongreyê û teqezkirina pêwîstiya birêxistina civakê ji aliyê jinan ve bi dawî bû.Beşdarên konferansê jî diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya hemû jinan û welat, xebatên xwe berfirehtir bikin.

Konferansa Kongra Star a Kantona Qamişlo li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li Rimêlanê bi beşdariya 300 delegeyan hat lidarxistin.

Di konferasê de, gelek nûnerên rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê beşdar bûn.

Nirxandina rêber Abdullah Ocalan ên li ser têkoşîna jinan û rapora xebatê ya Kongra Star a 2 salên borî hatin xwendin.

Di Konfransê de gelek axavtin hatin kirin.

Di axaftinan de hate diyar kirin ku Armanca konferasê berferehkirina xebatên ji bo azadkirina hemû jinan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

“Bi rihê jiyanan em destkefiyên şoreşê biparêzin û ser bikevin”

Her wiha di konferansê de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Qamişlo Gulistan Gulo û endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Luqo axivîn.

Gulistan Gulo da zanîn ku wan beriya konferansa xwe li dar bixin, li tevahî belde û gundên Kantona Qamişloyê meclis derxistin.

Rihan Loqo jî diyar kir ku gelek êrîş li ser wan hene û şerê taybet tê meşandin, lewra ew dixwazin wek rêxistina jinan bi biryardarî û nêrîneke hevbeş şoreşa xwe biparêzin.

Konferans bi hilbijartina 15 endamên Meclisa Jinan a kongreyê bi dawî bû.

Back to top button