Platforma Jinê ya Îzmîrê kuştina Jîna Emînî şermezarkir

Ji bo piştgiriya serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li navçeya Derbendîxan û Kelar a parêzgeha Germiyanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Li Tirkiye û Tunisê jî bi çalakiyan piştgiriya serhildanan hate kirin.

Platforma Jinê ya Îzmîrê, li ber Îskeleya Konakê kuştina Jîna Emînî bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Beriya daxuyaniyê jineke îranî bi dansê polîtîkayên çewisîner ên Îranê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate got: “Li Îranê, li Tirkiyê û li cîhanê gotina me ya li hemberî dewletên otokratîk ên faşîst: Jin, jiyan, azadî ye.”

Piştî daxuyaniyê jinan porê xwe jê kir û rejîma Îranê protesto kirin.

Adalet Kaya: Berxwedana li Îranê, dê belavî hemû Rojhilata Navîn bibe

Her wiha Seroka Komaleya Jin a Rosayê Adalet Kaya destnîşan kir ku berxwedanan jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê encama daneheva salan e ye û got:

Dê xwepêşandanên jinan ên bi rojan e didome belavî tevahî Rojhilata Navîn bibe.

Rejîmên heyî ji bo jinên Kurd mafê jiyanê nas nake.

Bi şerê ku di deh salên dawiyê de tê jiyîn dîtina vê rastiyê hişt ku em jin nêzî hev bibin.

Jinên Tûnisê: Jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne bi tenê ne

Çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan ên Tûnisê hevgirtina xwe bi jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re di serhildana wan de ragihandin.

Çalakvanên jin ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî û piştgiriya bi serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek li ber Navenda Çandê ya li Tûnisê li dar xist.

Jinan bi diruşmeyan bang li femînîstên welatên curbicur ên cîhanê kirin ku dest bi kampanya hevgirtinê ya cîhanî bikin û zextên dijî jinan li Îranê şermezar bikin.

Back to top button