Serhildanên li Îran û Kurdistanê didome zêdeyî 130 kesî jiyana xwe ji dest dane

Serhildanên gel ên bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 16’an de didome. Duh êvarê û Îro jî li gelek bajaran gel di derket çalakiyan.
Li gelek bajaran gel neçûn ser kar û daketin qadan Xwendekarên zanîngehan jî zanîngeh boykot kirin û bi dûrûşmeya “Jin, jiyan, azadî” li qadan bûn. Her wiha di şerê li bajarê Zahî-danê de 5 endamên hêzên rejîma Îranê hatin kuştin.

Serhildanên gel ên bi pêşengiya jinan a li dijî kuştina keça kurd Jîna Emînî di roja xwe ya 16’an de didome.

Heta niha di çalakiyan de zêdetirî 130 kesî jiyana xwe ji dest dane û hezaran kes jî hatine girtin.

Rejîma Îranê jî ji bo astengkirina serhildanan êrişên xwe didomîne.

Li ser banga partiyan di serî de Rojhilataê Kurdistanê li gelek hereman dikan nehatin vekirin û gel tevlî çalakiya grevê bû.

Li bajarê Kirmanşan, Bokan û Sine gel heya derengiya şevê li qadan bûn û êrişên rejîma Îranê şermezar kirin.

Rejîma Îranê jî ji bo asteng kirina çalakiyên gel hêjmareke zêde ya hêzên xwe şandiye bajarên Kurdan.
çend sanye dîmen

Li zanîngehên Tehran û Êsfehanê jî xwandekar careke din ji bo azadiya girtiyan li meydanan bûn.

Bi heman daxwazê li zanîngeha Kirmanşanê, Şîrazê û Meşhedê jî xwendekar bi dûrûşma “Jin, jiyan, azadî” li qadan bûn.

Li Êsfehanê û BenderEbasê jî gel daketin qadan, banga azadiyê û hevgirtinê kirin.

Li bajarê Erakê jî hêzên rejîmê bi çekan êrişî gel kirin û hin kes birîndar bûn.

Şerê li bajarê Zahîdanê yê navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî didome.

Li Zahîdanê a navenda Belûcîstanê 5 endamên hêzên rejîma Îranê hatin kuştin 

Tevgereke zêde ya hêzên rejîmê jî li wir hebû.

Duh heya derengiya şevê jî di nava bajêr de dengê teqînan hate bihîstin.

Ragihandina ser bi rejîma Îranê ve jî ragihand ku 5 endamên wan li Belûcistanê hatine kuştin.

Her wiha hate ragihandin ku rejîma Îranê gelek kontrayên xwe yên bi cilên Gêrîla û Pêşmergeyan li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye û hewil dide bi riya wan tevlîheviyê derxe.

Back to top button