Jinan li Colemêrgê kuştina Jîna Emînî şermezar kir

Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê, û Wanê, serhildanên ku piştî kuştina Jîna Emînî hatibûn destpêkirin û bi berbelavî didomin hatin silavkirin. Jinan peyama ku wê ‘têkoşîna ‘Jin, jiyan, azadî’ bigihînin serkeftinê’ dan.

Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê, derbarê kuştina Jîna Emînî li ber avahiya HDP’ê ya Bajar daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven, daxuyanî da û diyar kir ku rejîm û hêzên wê yên ku desthilatdariya wan diheje êrişî jinan û têkoşîna wan dikin û got:

Em silavan li jinên ku li hemû qadên cîhanê têkoşîna jinan bilind dikin û li Îranê li berxwe didin dikin.”

Em ê têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ bigihînin serkeftinê

Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a DBP’ê, Meclîsa Jinan a HDP’ê û Komeleya Jinên Starê û gelek rêxistinên jinan jî daxuyanî dan.

Hevseroka BDP’a Wanê Gulderen Varli axivî û diyar kir ku wê jin serê xwe ji aqilê zilam re daneynin û got:

Em soz didin jinên hatine qetilkirin, em ê têkoşîna ‘Jin jiyan azadî’ bigihînin serkeftinê.”

Back to top button